Çalakiyên Newrozê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin

Bernameya çalakiyên Newrozê dest pê kir. Çalakiyên Newrozê ya li Hesekê roja Duşemê dest pê dikin. Her wiha îro li bajarê Qamişlo jî li Taxa Hilêliyê, Qada Şehîd Xebat û li taxa Cûdî jî li lîstogeha Cudî dê çalakî werin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li seranserî Rojavayê Kurdistanê çalakiyên 21`ê Adarê (Newrozê) dest pê dikin.

Li gorî bernameyan dê çalakî ji 14`ê mehê dest pê dike û heta 19 mehê berdewam bike.

Her wiha wê şeva Newrozê jî agirê Azadiyê were vêxistin.

Li gorî bernameya ku ji hêla komîteya çalakiyan ve hatiye amadekirin, pîrozbahiyên Newrozê dê sibê roja duşemê li bajarê Hesekê, bi vêxistina agirê Newrozê li taxa Kelasê dest pê bike.

Komîteya Newrozê destnîşan kir ku agirê Newrozê dê her roj li taxeke bajêr were pêxistin û bername wiha ye:

Roja Duşemê li Taxa Kelasê li çerxerêya Cûdî.

Roja Sêşemê li Til Hecer - Nasra, di hundurê Parka Agirî Botan de.

Roja Çarşemê li Taxa Mişêrfa, li ber Dibistana Ibn Ruşd.

Her wiha li Qamişlo jî wê agirê Newrozê li hemû taxan were vêxistin.

Îro wê li Taxa Hilêliyê, Qada Şehîd Xebat û li taxa Cûdî jî  li Lîstogeha Cudî dê çalakî werin lidarxistin. 

Di 15`ê mehê de, li Aşûriyê: Baxçeyê 19`ê Tîrmehê û li gundê Girbawî.

Di 17`ê mehê de Enteriyê, Navenda PYD`ê  û li Taxa Xerbî, Qada nêzîkî Xwaringeha Simûd.

Di 19 mehê de Kornîş, Kolana Fireh, Qada komîna Şehîd Adil û Taxa Qidûrbek, Qada li nêzî Mizgefta Xalid Ibin El Welîd.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye