Nivîskarê Kurd Bûrhan Sonmez, li Medya Kîtabevî ya li Taksîmê bi xwînerên xwe re civiya.
Sonmez di hevdîtinê de pirsên xwînerên xwe bersivandin û di dawiya guftûgoyan de ji bo xwînerên xwe pirtûk îmze kirin.
Sonmez ku zêdetir bi Tirkî dinivîsî û di du pirtûkên xwe yên dawî de dest bi nivîsîna Kurdî kir, sedema vê sekna xwe wiha rave kir.
Xwînerên Bûrhan Sonmez jî dilxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku ew gelek kêfxweş in ku Sonmez bi Kurdî jî dinivîse.
Bûrhan Sonmez ku di heman demê de hiqûqnas e jî, li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ramanên xwe parve kirin û nirxandina pêşnûmezagona çarçoveyî ku di rojeva meclîsa Tirkiyê de ye, kir.
Sonmez nivîskarekî Kurd ê ji Haymanê ye û niha serokatiya Pena navneteweyî dike.
Heya niha du jê Kurdî, 7 pirtûk nivîsî ne.
Pirtûka wî ya dawî jî Neynika Sor e ku di 2026`an de hatiye çapkirin.
Pirtûkên Sonmez wergerê ji 20`an zêdetir zimanan hatine kirin û heya niha gelek xelat wergirtine ku xelata dawî jî ya Hamîngway e ku di qada wêjevaniyê de rêzdartirîn xelata cîhanê ye.