Hişmendiya avaker û bi rêveber a Dewleta Tirkiyê, hebûna xwe di tunekirina gelê Kurd de dibînin.
Ev feraseta nijadperest ev sed sal e li ser çand, dîrok û ziman Kurdî qirkirinek domdar dimeşîne êdî xitimiye.
Di pêvajoya aştî û Civaka demokratîk de, çalakiyên cur be cur ên bi armanca daxwazên statuya zimanê Kurdî zêde bûne.
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-Der) li ber avahiya ANKA-DER’ê ya kolana Menekşê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê heta ber avahiya MEB’ê meşiya û bi berzkirin dirûşmeyên, “Zimanê me hebûna me ye” û “Zimanê me rûmeta me ye” meşiyan.
Daxuyanî ji aliyê rêvebera ANKA-DER’ê Emîne Oguz ve hat xwendin.
Emîne Oguz destnîşan kir ku ji bo aştiyê, divê di serî de zimanê gelê Kurd di zagonan de bê misogerkirin û pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê were vekirin û got: "Ji derveyî Naskirina statuya Zimanê Kurdî, Rêyeke din nîne.
Rêvebera ANKA-DER’ê Emîne Oguz tekez kir ku daxwaza wan a herî bingehîn statuya zimanê Kurdî ye û wiha got: “Nûman Kurtulmuş di axaftineke xwe de gotibû ‘Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê ti daxwaz nehatiye’. Ev dereweke mezin e! Ev bi salan e ku em dibêjin em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin.
Emîne Oguz bang li hemû partî, sazî û dezgehên Kurdan û gelê xwe kir ku li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên Kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi Kurdî û misogerkirina statuya Kurdî bi dengekî berz bînin ziman.
Li Rihayê jî daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê hat kirin
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî têkildarî perweredehiya sala nû li Hewagê daxuyanî dan.
Di çalakiyê de pankarta “Em perwerdehiya bêpere, zanistî, wekhev û azadîxwaz a bi zimanê dayikê dixwazin" hate vekirin.
Hevseroka DEM Partiyê Ayşe Surucu di çalakiyê de axivî û diyar kir ku zarokên kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û wiha domand: "Divê jiyaneke ku zarok bikaribin bi zimanê xwe bijîn were afirandin.
Ayşe Surucu anî ziman ku ji ber mafê xwe yê xwendinê bê par man, 4 kesên ku 2 jê zarok bûn li Herranê wek karkerên findiqan diçûn kar di qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Hewagê Burçîn Satici bang li Wezareta Perwerdehiya Neteweyî kir ku divê li hemû dibistanan xwarinên belaş û bi tendirust bên dayîn û ji bo perwerdehiyê bêhtir budçe bê veqetandin.
Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.