Li Hesekê 10`emîn festîvala zarokan bi dawî bû

Li bajarê Hesekê 10`emîn festîvala zarokan piştî du rojan ji pêşkêşkirina xebatan bi dawî bû û 22 komên zarokan ên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Berek û Şedadê hatin xelatkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Festîval bi diruşmeya “Hunera zarokan sembola azadî û behremendiyê ye” hat lidarxistin û 2 rojan bi rê ve çû.

Nûnerên Kongre Star, Navenda Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Saziya Stêrk, Peymangeha Hunera Bilind a Hîlala Zêrîn û Malbatên Zarokan jî beşdarî roja duyemîn ji festîvalê bûn.

Salona Festîvalê bi pankartên bi nivîsên “Zaroktî kêfxweşî ye, Kêfxweşî tu ye”, “Rûkeniya we derdorê xweştir dike” û “Hûn dilên spî û kulîlkên rojên me ne” hatibû xemilandin.

Her wiha 10`emîn festîvala zarokan li Rimêlan, Reqa û Kobanê jî hatibû lidarxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye