Li Helebê çalakiya hunerî berdewam dike

Çalakiya Hunerî ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û Yekitiya Hunermendan li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çalakiya ji bo piştgiriya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo avakirina netewa demokratîk ku li dijî Dewleta Netewperst bi dirûşmeya “"Bi çanda xwe, em komîna civaka demokratîk vejînin" hate lidarxistin.

Çalakî di roja yekem de li Komîna Şehîd Murad a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê di roja duyem de jî

di Komîna Şehîd Duran a li heman taxê de li dar ketin. Çalakiyên Hunerî rastî eleqeyek mezin a gel hat.

Hunermendan berhemên xwe yên folklorî û şano bi girîngiya parastina nasnameya çandî û têkoşîna komî pêşandan.

Berpirsên çalakiyê, diyar kirin ku çalakî dê heta roja înê her carê dê di komîneke de bidome.

 

Li Dêrikê Peymangeha Bilind a Hunerê konserek li dar xist

 

Li Dêrikê jî Peymangeha Bilind a Hunerê û Dibistana Mûzîka Kilasîk ji bo bidawîbûna sala xwendinê Konserek li Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê da.

Di konserê de xwendekarên peymangehê û dibistana mûzîkê berhemên xwe pêşandan.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24