Dengbêj Îkram Koç: Em ê çanda dengbêjiyê biparêzin

Çanda dengbêjiyê, ligel Kurdan xwedî cihekî taybet e. Kurdan di dirêjahiya dîrokê de bi rêya dengbêjiyê çand û dîroka xwe parastine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her çendî teknolojî û stranên nûjen derketibe jî, lê dengbêjan bi staranên xwe ev çand parastiye.

Yek ji wan dengbêjan jî Îkram Koç ê ji Wanê ye ku çanda dengbêjiyê ji malbata xwe, bi taybetî ji bavê xwe, girtiye.

Îkram Koç diyar dike ku bi saya dengbêjiyê ew Kurdbûna xwe diparêzin.

Koç da zanîn ku ji ber teknolojiyê ciwan zû fêrî stranan dibin û ev alî erênî ye, lê aliyê neyînî ew e ku stranên nû bala wan dikişînin.

Dengbêj Îkram Koç di wê baweriyê de ye ku bi piştgiriya civak û çapemeniyê, dê çanda dengbêjiyê winda nebe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye