Li dijî komkujî, tepisandin, kirîza aborî û siyasî xelkên Îranê careke din daketin qadan û dest bi xwpêşandanan kirin.
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA`yê, hejmarek ji profesorên Zanîngeha Farhangian ên ji kar hatine dûrxistin, li ber avahiyên Rêxistina Mufetîşa Giştî û Wezareta Perwerdehiyê kom bûn.
Hate zanîn ku xwepêşender li dijî derxistina 300 endamên zanîngehê ji kar û rawestandina fonên wan nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Beriya du rojan jî, xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî rewşa aborî li hin bajarên din ên Îranê hatibûn lidarxistin.
Di Kanûna 2025`an de, xwepêşandanên girseyî ku mezintirîn xwepêşandanên di dîroka Îranê de ji dema desthilata komara Îslamî ve, dest pê kiribûn.
Dewleta Îranê ji bo tebisandina xwepêşandan û bêdengkirina welatiyan, di van xwepêşandan de bi hazaran sivîl kuştine û girtine.
Li Îranê qutibûna înterêntê 1776 demjimêr derbas kirin
Ji dema destpêkirina xwepêşandanên girseyê ve, dewleta Îranê ji bo veşartina rastiyan, Înternêt ji ser welatiya bi demdijêjî qut dike.
Îranê pisporê teknolojiyê Îhsan Afraşteh bi dar ve kir
Ligel van kiryaran jî, dewleta Îranê pêleke darvekirina girtiyan, bi taybetî girtiyên herî dawî ku di xwepêşandanên rûmetê de hatine girtin, daye destpêkirin.
HRANA`yê eşkere kir ku di serê vê sibehê de, Îhsan Afraşteh ji alî dewleta Îranê ve hat darvekirin.
Ehsan Afşeteh, di sala 1993an de ji dayik bûye, xwediyê bawernameya masterê di endezyariya sivîl de ye.
Her wiha pisporiya teknolojiya tor û agahdariyê kiriye û li Tehranê jiyaye.
Dewleta Îranê bi ham hinceta ku hemû girtiyan bi dar ve dike "Sîxortiya ji Îsraîlê re" ev girtî jî bi dar ve kir.
Li Mehabadê du kes ji aliyê dewleta Îranê ve hatine girtin
Desthilata Îranê, di van demê dawiyê de kesên zane ku xwedî bandor di civakê de, digire û bi dar ve dike.
Ev yek jî, nîşan dide ku dewlet bi van kiriyaran dixwaze civakê bê mejî bihêl da ku gel neçarî qebûlkirina kiriyarên xwe bike.