Krîza petrolê li Hurmizê: Amerîkayê rê li keştiya Îraqê girt

Piştî ku 2 keştiyên petrolê yên Îraqê bi silametî di Tengava Hurmizê re derbas bûn, Amerîkayê rê li keştiya sêyem girt. Ev destwerdana ji nişka ve ya di navbera Washington û Bexdayê de, bû sedema rageşiyeke nû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tengava Hurmizê ku dilê bazirganiya petrola cîhanê ye, herikîna asayî ya rojên borî bû rageşiyeke nû.

Piştî ku 2 keştiyên Îraqê, bê ku ti pirsgirêk derkeve, di vê xala krîtîk re derbas bûn û berê xwe dan bazarên cîhanê, dihat hêvîkirin ku trafîka deryayî bi aramî berdewam bike.

Lê girtina rê li ber keştiya sêyem ji aliyê Amerîkayê ve, ev atmosfera aram serobinî hev kir.

Ev hewldana rawestandinê ya li hemberî keştiya neftê ya Îraqê, di demekê de hat ku çavên cîhanê bi tevayî li ewlehiya tengavê ne.

Ev guhertina ji nişka ve ya li hemberî deryavaniya Îraqê, nîşan dide ku her çend derbasbûnên berê serkeftî bin jî, lê li Hurmizê hîn metirsî û planên cuda li ser maseyê ne.

Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê li Tengava Hurmizê keştiyeke mezin a niftê ya Îraqê asteng kirine.

Di wê keştiyê de nêzî 1.99 milyon bermîl nifta xam hene ku ji Besrayê bi rê ketibû û ber bi Viyetnamê ve diçû.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku piştî keştiyê Tengava Hurmizê derbas kiriye û gihîştiye devera ku dorpêça Amerîkayê lê hatiye kirin, yekser berê keştiyê hatiye zîvirandin û paşde vegeriyaye.

Heta niha sedema vegerandina keştiya niftê ya Îraqê nehatiye zelalkirin.

Buhayên petrolê di saetên sibehê de bi rêjeyeke berbiçav daketin

Li aliyekî din jî, li gorî daneyên dawî, buhayên petrolê di saetên sibehê de bi rêjeyeke diyarkirî daketin.

Vê guhertinê bandoreke rasterast li her du cureyên sereke yên petrolê kir:

Petrola Brent: Bi daketina 86 sentan (0,8%), her bermîlek gihîşt 106,91 dolarî.

Petrola WTI (DYA): Bi daketina 1,04 dolarî (1%), her bermîlek di asta 101,14 dolarî de cih girt.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye