Koordînatora Giştî ya SAMER'ê Yuksel Genç der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û daneyên balkêş ên lêkolînên dawî yên li qadê parve kirin.
Yuksel Genç destnîşan kir ku dewlet û hikumetê di sala derbasbûyî de ji aliyê qanûnê de gav neavîtiye û wiha axivî:
"Em dibînin ku dewlet û hikumetê di vê mijarê de pêvajoyeke qanûnî neafirandine.
Hîn jî fermiyeteke pêvajoyê tune ye.
Muzakerevanê sereke yê pêvajoyê bi rengekî fermî û qanûnî nehat pênasekirin."
Yuksel Genç: Bendewarî ew e ku dewlet gavan biavêje
Yuksel Genç ragihand ku ji ber desthilata Tirkiyê heta niha gav neavêtiye, asta baweriyê ya civakê ji bo pêvajoyê gelekî kêm bûye û wiha anî ziman:
"Encamên vî karî, mixabin, nîşan dide ku baweriya bi serketina pêvajoyê ji sê kesan daketiye kesekî.
Di nava beşa mayî de hestê serketina pêvajoyê di nava fikareke cidî de ye.
Çarçoveya pêvajoyê ji niha û pê ve çi dibe bila bibe.
Bendewariya sereke ya qadê ew e ku dewlet êdî bi gavan bersivê bide."
Yuksel Genç: Neavêtina gavan giraniya Bahçeli dixe nîqaşê
Di dewama axaftina xwe de, Yuksel Genç bal kişand ser daxuyaniya Devlet Bahçelî û got:
"Bahçelî di siyaseta Tirkiyê de di guherîna paradîgmayî de bi roleke girîng rabû.
Bicihnehatina gotinên kesekî bi vî rengî xwedî giraniyê ye.
Her wiha dibe sedema pirsa 'baskê dewletê yê ku Bahçelî temsîla wê dike, gelo ewqasî bêbandor e?'."
Yuksel Genç: Kurd pêvajoya aştiyê bi pêş ve dibin
Koordînatora Giştî ya SAMER'ê Yuksel Genç destnîşan kir ku li gel nêzîkatiya dewletê ya gavneavêtinê jî, Kurd li qada civakî pêvajoya xwe dimeşînin û wiha bi dawî kir:
"Dibe ku dewlet pêvajoyê bi pêş ve nebe, lê belê Kurd bi pêş ve dibin.
Kurd pêvajoya avakirina nasnameya xwe û têkiliyên nasnameya xwe ji nû ve ava dikin.
Ruhê hevpar ê di dema êrîşên li ser Rojava de hat kirin, her wiha serkeftina Amedsporê jî bû nîşana daxwaza hebûna nasnameya Kurdan li Tirkiyê."