Peymangeha Tendirustiyê şahiya derçûnê li Navenda Hîlala Zêrîn a li bajarê Hesekê bi beşdarbûna malbatên xwendekaran, kadroyên fêrkirinê yên peymangehê, nûnerên Meclisa Malbatê Şehîdan û Desteya Tenduristiyê li dar xist.
Nûnera Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîza Hesen banga pêkanîna ramanên Rêber Abdullah Ocalan û şopandina xeta şehîdan kir.
Her du hevserokên peymangehê Medya Mamo û Dr. Welat Ferhan destnîşan kirin ku bi armanca gihandina kadroyeke bijîşkî ku bikare li hember pêşketinên heyî bibe bersiv, bi hemû hêza xwe hewl didin.
Ji desteya Tenduristiyê Dr. Hesen Ebdî soza domandina rêya şehîdan da.