Sefaretxaneya Qeterê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo şopandina rewşa birîndaran di navbera wan û desthilata Misrê de koordîne heye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku qurbaniyên qezayê; Siûd Bin Tamir ê duyemîn, Ebdullahla Xanim El Xiyarîn û Hesen Cabir El Cabir in. her wiha Ebdullahla Îsa El Kewarî û Mihemed Ebdulezîz El Bûeynên jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku qeza ji ber tekerên tirimbêlê yên têk çûyî çê bûye.
Tê gotin ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji bo tevlî bûna hevdîtinên agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de li wir bûne.
Dê siba jî li Şerim El Şêx civîneke navdewletî ya bilind bi armanca ku agahiyên dawî yên dawîkirina şerê li Xezayê werin xêzkirin bê li darxistin.