Piştî ragihandina hevpeymaniya pênc partiyên Kurd, roja yekşemê.
Kurê Şahê dawî yê Îranê, Riza Pehlewî bi peyamekê ku ji miletê Îranê re şandiye, tê de hevpeymaniya pênc partiyên Kurd wekî Komên "Cudaxwaz" bi nav kir.
Riza Pehlewî gef li partiyên Kurd xwar û wiha nivîsand:
"Di rojên dawî de, çend komên cudaxwaz
Wekî ku min gelek caran tekez kiriye, parastina yekparçeya axa Îranê prensîbeke bêguherîn e.
Em bi tu kesî re li ser yekparçeya axa Îranê danûstandinan nakin.
Her wiha em ê qet perçeyekê jî qut nekin."
Pehlewî: Yekparçeya axa Îranê xeta sor e
Riza Pehlewî di berdewamiya nivîsa xwe de, bal kişand li ser cezayên şikandina xetên sor û wiha belav kir:
"Yekparçeya axa Îranê xeta sor a neteweya me ya mezin û yekgirtî ye.
Her kes an komek ku vê xeta sor derbas bike, an jî bi kesên ku wê derbas dikin re, hevkariyê bike, dê bi bersiveke giran a neteweya Îranê re rû bi rû bimîne."
Pehlewî: Em ê ji her demê bêtir hişyar bin
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Riza Pehlewî texmîna hilweşîna rejîma Îranê di pêşerojê de kir û wiha got:
"Di roj û hefteyên pêş de, ji ber ku dewleta Îranê bi tevahî tê hilweşandin û ev rejîm ji welêt tê derxistin.
Em ê ji her demê bêtir hişyar bin û bi israr û bi xîret bin.
Bi pabendbûna bi vê prensîba bingehîn re, em dikarin hêvî bikin ku artêşa Îranê jî
Her wiha li kêleka milet bisekine û Îranê li dijî Komara Îslamî û cudaxwazan biparêze."