Malbatên dîlgirtiyên QSD`ê ji bo berdana zarokên xwe meşiyan

Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdena zarokên xwe li bajarê Qamişloyê meşek li dar xistin. Di meşê de Yûsif Kutî bang li Netewên Yekbuyî kir ku li gorî yasayên navnetewî yên têkildarî dîlgirtiyan, ji bo berdana dîlgirtiyan tiştên dikeve li ser milên wan pêk bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malbatên şervanên QSD’ê yên ku di êrîşên Komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de dîl hatibûn girtin, bi armanca berdana zarokên xwe çalakiyên xwe berdewam dikin.

 

Li bajarê Qamişlo, îro malbatên dîlgirtiyan meşek li dar xistin û daxuyanî dan.

 

Di meşê de, pankertên wekî, “Em azadiya dîlgirtiyan dixwazin’’, “Dîlgirtî xeta me ya sor in” hatin rakirin.

 

Piştre jî, li ber avahiya Ofîsa NY’ê daxuyanî hat dayîn.

 

Li ser navê malbatên dîlgirtiyan Yûsif Kutî axivî û diyar kir ku ew ê malbatên şehîd û dîlgirtiyan heta zarokên wan werin berdan dê çalakiyên xwe bidomînin.

 

Yûsif Kutî, destnîşan kir ku QSD'ê û Rêveberiya Xweser li gorî peymana hatiye îmzekirin tiştên dikeve li ser milên wan pêk anîne, lê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê erkên xwe pêk nayîne û dîlgirtiyan bernade.

 

Kutî, bang li Netewên Yekbuyî kir ku li gorî yasayên navnetewî yên têkildarî dîlgirtiyan, ji bo berdana dîlgirtiyan tiştên dikeve li ser milên wan pêk bîne.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye