Cezayîrî: Pêşmerge wê di nava dewletê de bên entegrekirin

Ev du roj in mijara entegrekirina Hêzên Pêşmerge di nava dewleta Îraqê de di rojevê de ye. Têkildarî vê mijarê, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Bextiyar Mihemed, diyar kir ku ev biryar herêmên derveyî Başûrê Kurdistanê digire nav xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî Rojavayê Kurdistanê, rêbaza entegrasyonê vê carê ji bo Îraqê, bi taybet ji bo Pêşmergeyan ketiye rojeva Başûrê Kurdisanê û Îraqê.

Duh, Endamê Serokê Tevgera Niştîmanî ya Eşîran Ebdurehman Cezayîrî îdia kir ku pêvajoya entegre kirina hêzê bi dewletê re ne tenê bi komên çekdar ên Şîe ve sînordar e.

Her wiha Ebdurehman Cezayîrî got ku di demeke nêzîk de wê dan û standin ji bo entegre kirina hêzên Pêşmergeyan di nava artêşa navendî de dest pê bikin. 

Baxtiyar Mihamed: Pêşmerge hêzeke fermî ye

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bextiyar Mihemed, bal kişand ser rewşa yasayî ya Pêşmergeyan û diyar kir ku ev mijar bi qanûnê ve tê kirin, ne bi rûniştin û dan û standinan.

Wezareta Pêşmerge: Entegrekirina Pêşmergeyan gotegotin 

Têkildarî vê mijarê, îro Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Bextiyar Mihemed ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Ferîq Rukin Bextiyar Mihemed got:

“Ev gotegot tenê li ser ragihandinê hatiye belavkirin,

Tiştek bi fermî bi dest me neketiye.

Her tiştê ji bo Wezareta Pêşmerge bê gotin, wê bi rêya Parlamento yan jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihêje me.

Weke Wezaret, tiştek ji bo me nehatiye ragihandin.”

Emîndarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Bextiyar Mihemed wiha da zanîn:

"Ev têgînên danîna çekan ên di bin kontrola dewletê de, deverên ji derveyî herêmê digire nava xwe.

Ev gotin jî tenê li ser ragihandinê heye.

Ji bo mijareke wiha, pêwîstî bi yasa, destûr û dengê parlamentoyê heye."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye