Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO), ku bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve girêdayî ye, der barê rewşa avhewayê de ji bo 5 salên bê raporek bi par ve kir.
Li gorî rapora ku ji hêla Xizmeta Meteorolojiyê ya Keyaniya Yekbûyî ve ji bo WMO hatiye amadekirin û îro li Cenevreyê hatiye weşandin.
Mirovahî dê neçar bimîne ku bi germahiyên rekorşikên û karesatên avhewayê yên ku dê ji ber guherîna avhewayê zêde bibin re rû bi rû bimîne.
Sînorê 1.5 pile dê derbas bibe
Rapor dibêje ku sînorê avhewayê yê ku di asta navneteweyî de tê qebûlkirin û ewle tê hesibandin, dikare di nav pênc salên pêş de were derbaskirin, dibe ku bibe sedema şikandina rekorê "sala herî germ".
Bi Peymana Avhewayê ya Parîsê ya 2015'an re, dewletan soz dan ku germbûna gerdûnî bi 1.5 pileyan sînordar bikin.
Lê belê, li gorî pêşbîniya avhewayê ya nû, îhtîmalek 75% heye ku germahiya navînî ya gerdûnî di navbera 2026 û 2030'î de ji 1.5 pileyan derbas bibe.
Zanyar pêşbînî dikin ku germahiya navînî ya gerdûnî ya salane dê di navbera 1.3 û 1.9 pileyan de be.
Germahî dibe ku bibe sedema şewatên mezin
Raporta îsal pêşbînî dike ku zêdebûna germahiyê li Arktîkê (cemsera bakurî) dê heta sala 2030'î bigihîje 1.66 pileyan.
Her wiha hişyariyê dide ku bilindbûna germahiyê dikare bibe sedema hişkesaliyê û şewatên daristanan li Amazonê, ku ji bo kêmkirina bandorên guherîna avhewayê ya ji ber mirovan girîng e.
Melissa Seabrook ji Xizmeta Meteorolojiyê ya Îngilistanê re diyar kir, ku "Delîlên pir eşkere hene ku avhewa germ dibe û germahiya navînî ya gerdûnî bi berdewamî bilind dibe."
Seabrook her çend destnîşan kir ku pêşbîniya derbasbûna ji sînorê 1.5 pileyan taybetî ji bo salekê ye jî, got, "Her ku cîhan nêzîkî vê sînorê dibe, îhtîmala ku ew pir caran were derbas kirin zêde dibe."