Karesat Nîpal û Çînê: Hejmara qurbaniyan gihîşt 919 Kesan

Piştî lehiyên mezin û hilweşîna berfê ya li çiyayên Hîmalayayê, li her du aliyên sînorê Nîpal û Çînê hejmara qurbaniyan gihîşt 919 kes û nêzî 5 hezar kes jî hîn winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Karesata xwezayî ya ku hefteya borî li çiyayên Hîmalayayê rû da, zirar û rûxandineke pir mezin li pey xwe hişt. Piştî hilweşîna berf û zinaran a ku bû sedema lehiyên herî giran û herikîna heriyê, li seranserê herêmên sînorî yên Nîpal û Çînê bi sedan gund û zevî di bin avê de man.

Li gorî agahiyên dawî yên ku ji aliyê rayedarên her du welatan ve hatine piştrastkirin, tenê li Nîpalê hejmara qurbaniyan gihîştiye 903 kesan. Li aliyê Çînê jî rayedaran ragihand ku li herêma Tîbetê û parêzgeha Gîrongê herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi vî rengî, hejmara giştî ya qurbaniyan li her du welatan gihîştiye 919 kesan.

Metirsiya herî mezin li ser jiyana kesên windabûyî ye. Niha li her du aliyên sînor herî kêm 4,793 kes di bin herî û herikîna avê de winda ne. Ji van windayan 4,247 kes li Nîpalê û 546 kes jî li ser axa Çînê ne. Di heman demê de, fikarên mezin li ser jiyana 933 karkerên ku di 6 projeyên enerjiyê yên hîdroelektrîkê de li Nîpalê asê mane hene. Her wiha hate diyarkirin ku 261 hemwelatiyên biyanî yên ji 23 welatên cuda jî li nêzî sînorê Tîbetê winda bûne.Tîmên rizgarkirinê yên Nîpal û Çînê di nav şert û mercên pir dijwar û xirabiya hewayê de li herêmên çiyayî operasyonên lêgerînê dimeşînin.

Komîteya Navneteweyî ya Xaçê Sor (ICRC) diyar kir ku dibe ku bêtirî 90 hezar kes ji vê karesatê bandor bûbin. Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi jî di peywendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Nîpalî destnîşan kir ku ev karesat "dijwartirîn karesata sînorî ya salên dawî ye" û xebatên rizgarkirinê pir aloz in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye