Aloziya li ser rêyên deryayî yên stratejîk ên herêmê rûyeke nû û metirsîdar girt. Hêzên Deryayî yên Pasdarên Îranê ragihandin ku li herêma başûrê Tengava Hurmizê, keştiyeke mezin a veguhestina petrolê rastî teqîna mayinan hatiye û di encamê de şewateke mezin di keştiyê de derketiye.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Supaya Pasdaran, ev keştî di dema hewldana derbasbûna neqanûnî ya ji avên herêmê de bi du miynên deryayî ve teqiyaye. Piştî teqînan, dûman û agirê mezin ji keştiyê bilind bû û tîmên hawarçûnê yên deryayî ji bo vemirandina agir û rizgarkirina karkerên keştiyê ketin tevgerê.
Fermandariya Hêzên Deryayî ya Îranê hişyariyeke tund da hemû keştiyên bazirganî û tankeran û destnîşan kir ku divê hemû alî bi tevahî pabendî rêgez û yasayên deryayî yên Îranê bin da ku rûbirûyî karesatên wiha nebin. Ev bûyer metirsiya li ser ewlehiya veguhestina petrolê ya cîhanî li vê tengava stratejîk hîn zêdetir dike.