Kuweyt: Parastina hewayî bi êrîşên Îranê re rûbirû bû

Vê sibehê, careke din Îranê bi mûşek û dronan êrîşî welatên Kendavê kir. Serfermandariya Giştî ya Artêşa Kuweytê ragihand ku îro ew bi êrîşên Îranê re rûbirû bûne. Her wiha Artêşa Îranê jî îro bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan êrîşî baregehên Amerîkî yên li Kuweyt û Îmaratê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şer û pevçûna di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam e.

Serfermandariya Giştî ya Artêşa Kuweytê ragihand ku roja pêncşemê 3yê îlonê pergala parastina hewayî ya Kuweytê li dijî êrîşên Îranê yên bi mûşek û dronan rûbirû bûne.

Serfermandariyê lê zêde kir ku heke dengê teqînekê hatibe bihîstin, ew ji ber astengkirina êrîşan ji hêla pergalên parastina hewayî ye.

Di dawiyê de, Serfermandariya Giştî ya Artêşa Kuweytê bang li hemû welatiyan kir ku talîmatên ewlehiyê yên ku ji hêla saziyên berpirsiyar ve hatine dayîn bi cih bînin.

Wezareta karên derve ya Kuweytê êrîşên Îranê şermezar kirin

Piştî êrîşan, Wezareta Karên Derve ya Kuweytê, bi daxuyaniyekê êrîşên dubare yên Îranê yên li ser axa xwe bi tundî şermezar kirin.

Wezaretê ragihand ku ev kiryar binpêkirineke eşkere ya serweriya Kuweytê ye û gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya vî welatî û ewlehiya welatiyan û niştecihên wê ne.

Urdun û Qeterê êrîşên Îranê yên li ser Kuweytê şermezar kirin

Têkildarî êrîşa Îranê ya li ser Kuweytê, Urdun û Qeterê ev êrîş bi daxuyaniyên cuda şermezar kir.

Urdun û Qeterê êrîş wekî binpêkirina eşkere ya serwerî, yekparçeyiya axê û prensîbên cîrantiya baş bi nav kir.

Her du welatan tekezî li ser hevgirtina xwe ya tevahî bi Kuweytê re kirin.

Her wiha wan piştgiriya xwe ji bo hemî tedbîrên rewa yên ku Kuweyt wan ji bo parastina serwerî, ewlehî û yekparçeyiya axa xwe digire, diyar kir.

Artêşa Îranê: Me baregehên Amerîkî li Îmarat û Kuweytê kirin armanc

Li aliyekî din, Têkiliyên Giştî yên Artêşa Îranê roja pêncşemê 3yê îlonê bi daxuyaniyekê ragihand ku di qonaxa 31emîn a Operasyona Brûskê de, wan bi mûşek û dronan baregeha Ehmed Cabir li Kuweytê û baregeha Minhad li Îmaratê armanc kirin.

Her wiha Artêşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîşên li ser baregehên Amerîkî dê bidomin û her êrîşeke Amerîkî dê bi bersiveke tund û wêranker re rûbirû bimîne.

Di heman çarçoveyê de jî, Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Mihemed Riza Zeferqendî roja çarşemê ragihand ku di êrîşên roja sêşemê 1ê îlonê de yên li ser parêzgehên cuda yên Îranî 18 kes hatin kuştin û 108 kes jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye