Li gorî daxuyaniya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê "IRNA", di encama êrîşên moşekî yên dawî yên Amerîkayê yên şeva sêşemê de herî kêm 11 kesan canê xwe ji dest dane. Rayedarên Îranî eşkere kir ku di êrîşeke moşekî ya li ser sê xalên parêzgeha Xûzistanê (başûrê rojavayê welat) de 7 kes hatine kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûne.
Di heman demê de, li bajarê Kûhestak a ser bi parêzgeha Hurmuzganê (başûrê rojhilat), di dema pîrozkirina şahiyeke dawetê de 4 sivîlan di encama bombebaranê de canê xwe ji dest dan û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku artêşê pêleke serkeftî ya êrîşan li dijî armancên Pasdarên Îranê (IRGC) bi dawî kiriye, ku di nav wan de çeperên parastina esmanî, pergalên radar, bender û navendên ragihandinê yên li ser dirêjahiya perava başûr hebûn.
Rayedarên Amerîkî diyar kirin ku ev operasyon di çarçoveya stratejiya nû ya "keştî li dijî keştiyê" de ji bo parastina keştiyên bazarganî û kêmkirina metarsiyên deryayî yên li Tengava Hurmizê hatiye encamdan. Îranê jî wekî bersiv da û êrîş birine ser binesaziyên Amerîkayê yên li hinek welatên kendavê.