Li Misrê Qezaya Otobusê: 16 kes mirin, 28 kes jî birîndar bûn 

Li Nîvgirava Sîna ya Misrê, di encama qezayeke otobusê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 28 kesên din jî birîndar bûn. 

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Nîvgirava Sînayê ya ku dikeve rojhilatê Misrê, karesateke trafîkê rû da. Li ser rêya bejahî ya navbera bajarên Dahab û Nuweibayê ku wekî du navendên herî girîng ên tûrîzmê li herêmê tên nasîn otobûsekê qeza kir. Li gorî zanyariyên fermî, di vê qezayê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 28 kes jî birîndar bûn. 

Wezareta Tenduristiyê ya Misrê ragihand ku piştî agahdarkirinê, destwerdana destpêkê ya bijîşkî hate kirin û ji bo veguhestina birîndaran 20 ambûlans şandin cihê bûyerê. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên nêzîk. Heta niha ji aliyê rayedaran ve derbarê sedema rûdana vê qezayê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. 

Hêjayî gotinê ye ku li Misrê ji ber ajotina xetere, rewşa nebaş a rê û wesayîtan, her wiha ji ber binpêkirina pîvanên trafîkê, qezayên bi vî rengî gelek caran diqewimin. Li gorî saziya statîstîkan a fermî ya welêt, tenê sala borî zêdetirî 6 hezar kesî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye