Ji duh ve, dan û standinên ji bo agirbesta li Xezeyê, li Misirê dest pê kiriye.
Li gorî medyaya Misirê, gera yekem a dan û standinên di navbera navbeynkaran û Hemasê de, di çarçoveya dan û standinên berdewam ên ji bo bidawîkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê li Xezeyê de, şeva duşemê bi atmosfereke "erênî", bi dawî bû.
Her wiha wê îro civîn wekî beşek ji van dan û standinên nerasterast ên di navbera Hemas û Îsraîlê de, li ser plana ku ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê hatiye pêşniyarkirin, berdewam bikin.
Trump: Hemas li ser mijarên pir girîng razî bûye
Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump duh ragihand ku Hemas li ser tiştên pir girîng razî bûye, ji ber ku Misir mazûvaniya dan û standinên nerasterast di navbera Îsraîl û Hemasê de dike, da ku şerê 2 salan li Xezeyê bi dawî bike.
Di bersiva pirsek li ser pêşveçûna dan û standinên li Misirê de, li ser razîbûna Hemasê ji bo çekberdanê, Trump ji rojnamevanan re got: "Xetên min ên sor hene, ger hin tişt neyên bicîhanîn, em ê pêşde neçin.
Li gorî AFP jî, Trump got ku gavên baş tên avêtin û ew difikire ku Hemas li ser tiştên pir girîng li hev kiriye.
Netanyahu: Em nêzîkî dawiya şerê Xezeyê dibin
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, îro diyar kir ku ew nêzîkî dawiya şerê Xezeyê dibin û hin erk mane ew jî, tunekirina Hemasê ye û ew ê bigihêjin wê armancê jî.
Di hemwextî ku Îsraîl û Hemas, li Misirê dan û standinên nerasterast dikin da ku pevçûnê bi dawî bikin, îro salvegera duyemîn a êrîşa ku Hemas di 7'ê Cotmehê de dabû destpêkirin, îro li Îsraîlê hat bibîranîn.