Îro Parastina Hewayî ya Siûdî ragihand ku wan li Xercê mûşekek balîstîk û li Parêzgeha Rojhilat û Riyadê 12 dron têk birin.
Berdevkê Wezareta Parastinê Turkî Malikî destnîşan kir ku bermahiyên mûşekê li nêzî Baregeha Hewayî ya Prens Sultan ketine bêyî ku zirarê bidin.
Beriya du rojan jî Turkî Malikî diyarkiribû ku wan 45 dronan li Parêzgeha Rojhilat, ji bilî mûşekek balîstîk a ku ber bi Parêzgeha Xercê ve hat avêtin, hatine girtin.
Riyad dê îro mazûvaniya civîneke wezîran a Ereb û Îslamiyan bike
Di heman demê de Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku Riyad dê îro êvarê mazûvaniya civînek şêwirmendiyê ya wezîrên derve yên komek welatên Ereb û Îslamî bike.
Wezaretê di daxuyaniyekê de rave kir ku armanca civînê şêwirmendî û hevrêzkirina li ser rêbazên piştgiriya ewlehî û aramiya herêmê ye.
Ev 19 roj in şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê de berdewam e.
Her wiha Tehran bi berdewamî mûşek û dronan ber bi welatên Kendavê ve davêje.