Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro, ragihand ku Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb di êrîşeke asmanî ya roja berê de, li Tehranê hatiye kuştin.
Di serê sibehê de jî, ajansên Îsraîlî eşkere kiribûn ku wan Wezîrê Îstixbarata yê Îranê armanc gitiye lê encam ne diyar e.
Niha jî Wezîrê Parestinê yê ÎSraîlê ev yek tekez kir.
Duh jî, Îsraîlê kuştina Sikrtêrê Konseya Bilind ê Ewlekariyê yê Îranê Elî Larîcanî û Fermandarê Giştî yê Besîcê ragihandibû.
Berê jî, Wezareta Derve ya Amrîkayê navên10 berpirsên payebilin ên Îranê xistibûn lîstaya armancgirtinên pêş de û ji bo parvekirina agahiyên li ser van kesan,10 milyon dolar pêşkêş kiribû.
Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb jî, yek ji wan kesên ku navê wî di lîsteya armancgirtinê de bû.