Îranê mercên xwe yên ji bo bidawîkirina şer gihandin Amerîkayê

Îsmaîl Beqayî ragihand ku Îranê bi navbeynkariya Qeterê li bajarê New Yorkê peywendî bi Amerîkayê re kiriye û ji bo lihevkirinê mercên weke rawestandina şer, bidawîanîna pevçûnên li seranserî eniyan û sekinandina êrîşên Amerîka yên li ser Îranê, pêşkêş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rageşiya li Rojhilata Navîn a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

Her aliyek hewl dide şert û mercên xwe ferz bike û berjewendiyên xwe biparêze.

Îranê, bi Qeterê re mercên xwe yên bidawîkirina şer ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ragihand.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, di der barê dema nû ya dan û standin de û gotûbêjên di navbera welatê xwe û Amerîkayê de agahiyên nû eşkere kirin.

Îsmaîl Beqayî ragihand ku Îranê bi navbeynkariya Qeterê li bajarê New Yorkê peywendî bi Amerîkayê re kiriye û ji bo kêmkirina rageşiyê hinek mercên giran pêşkêş kirine.

Li gorî ajansa IRNA`yê daxuyaniya Îsmaîl Beqayî, şert û mercên Îranê ji van xalên li jêr pêk tên:

''Rawestandina şer, bidawîkirina pevçûnên li seranserî eniyan û sekinandina êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê.

Her wiha rakirina dorpêça deryayî, bidawîkirina şerê aborî yê ku li dijî Îranê tê birêvebirin û vegerandina çavkaniyên darayî yên Îranê ku hatine blokekirin, ji mercên din ên Îranê ne.''

Ev liv û tevgera dîplomatîk di demekê de ku herêm di rewşeke hesas û aloziyê re derbas dibe û hewldanên navneteweyî yên ji bo kontrolkirina krîzê berdewam dikin, hat.

Şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê bandoreke mezin li ser jiyana bazirganiya petrola cîhanê kir û di encamê de nirxên sotemeniyê li seranserî cîhanê bilind bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye