Li gor agahiyên nû yên Wezareta Şer a Amerîka (Pentagon) belav kirine, hejmara leşkerên Amerîkî yên ji despêka operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê ve birîndar bûne, gihiştine 861 kesan.
Hatiye diyarkirin di navbera 28’ê sibata 2026’an ta 5’ê gulana 2026’an de, 14 leşkerên Amerîkayê di encama êrîşên Îranê de hatine kuştin.
Amerîka û Îsraîlê di 28’ê sibata 2026’an de li dijî Îranê şer ragihandin û dest bi êrişan kirin.
Tevî îmzekirina lihevkirinê ya ji bo rawestandina şer, lê Amerîkayê di meha tîrmehê de careke din bi hinceta binpêkirina mercên li Tengava Hurmizê dest bi êrîşên li ser Îranê kir.