Wezareta Pêşmerge: Divê mûçeyên Pêşmerge wekî Hêzên Îraqê be

Alîkariyên darayî yên Hevpeymana Navneteweyî ya ji bo hêzên Pêşmerge rawestiyan. Wezareta Pêşmerge jî ji hikûmeta federal dixwaze ku mûçeyên Pêşmergeyan bi yên hêzên Îraqî re wekhev bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed Sadiq, ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re ragihand ku peymana têgihiştinê ya di navbera her du aliyan de ku di 21’ê îlona 2022’yan de dest pê kiribû û çar sal dom dikir, bi dawî bûye.

Bextiyar got ku alîkariya darayî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ji bo mehên tebax û îlona 2026’an ku roja pêncşema borî (24`ê îlonê) hatibû belavkirin, li gorî peymanê beşa dawî ya pereyan bû.

Li hemberî vê guhertinê, Wezareta Pêşmerge ji hikûmeta federal a Îraqê xwestiye ku bi rêya bilindkirina mûçeyên Pêşmergeyan heta asta mûçeyên hêzên ewlehiyê yên Îraqê, cihê van alîkariyên rawestiyayî tijî bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye