Di nava bêdengiyeke navdewletî de, dewleta Îranê careke din pêleke darvekirinê li girtîgehên Îranê daye destpêkirin.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan ku vê pêla darvekirinê dişopînin, ragihandin ku tenê di nava vê hefteyê de, 14 girtî ji aliyê dewleta Îranê ve, hatine darvekirin.
HANA’yê ku Rêxistineke mafê mirovan e, diyar kir ku doh, du girtiyên bi navên Cewad Zemanî û Abû Fezil Seaydî li girtîgeha Şehrûdî ya Dewleta Îranê hatin darvekirin.
Li gorî heman çavkaniyê ev her du girtî di dema xwepêşandanên çilê de, hatibûn girtin û qaşo bi tewana “dijminatiya ji xwedê re”, cezayê bidarekirinê li ser wan hatibû birîn.
Her wiha girtiyên bi navê Mihemed Ehmedî, li girtîgeha navendî ya Sinndcê û Alî Riza Ahemdî li grtîgeha Seqezê, di heman rojê de jî, hatin bidarvekirin.
Di haman çarçoveyê de, rêsitina HRANA’yê jî da zanîn ku her du girtî Omer Şahbaxş û Xefûr Şahbaxş di sibeha roja sêşemê de hatin bidarvekirin.
Li gorî raporeke din ya HANA`yê, hate xuyakirin ku tenê di roja şemiya borî de, 8 girtî li grtîgehên Dewletên hatine bidarvekirin.
Aşkan Abxo û Samana Îbrahîmî Nafiî li îranê hatin binçavkirin
Li gel darvekirinê dewlet girtina welatiyan jî berdewam dike.
Li gorî HRANA`yê, çalakvana mafê mirovan Samana Îbrahîmî Nafiî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên ser bi dewletê ve, hate binçavkirin.
Ji Seqizê jî, welatiyê bi navê Aşkan Abxo hate binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hate veguhestin.