Elî Zeydî soza parastina zeviyên petrola Herêma Kurdistanê da

Proseya berhemanîna Petrolê li Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke nû gavan diavêje.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev demeke li Başûrê Kurdisanê ji ber şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de derxistin û hinardekirina petrola herêmê de pirsgirêk hebûn.

Hate ragihandin ku di proseya berhemanîna Petrola li Başûrê Kurdistanê de wê gûhertinên nû çêbibin.

Hate eşkerekirin ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, di civîna dawî ya ku li gel şandeya Başûrê Kurdistanê de pêkaniyê ,soza parastian zeviyên petrolê daye.

Serokwezîrê Îraqê Diyarkiriye ku divê di meha tîrmehê de bi awayeke asayî dest bi karên xwe bikin.

Li gorî amarên hatine parvekirin li Başûrê Kurdistanê tevî zeviyên Kerkûkê rojane 230 hezar bermîl petrol tê derxistin. Ji vê 210 hezar bermîl petrola xaf a Kerkûkê ye.

Ji aliyeke din ve, derveyî zeviyên Kerkûkê li heremê din ên Başûrê Kurdistanê rojane 70 hezar bermîl petrol tê derxistin. Ji vê 70 hezarî

50 hezar ji bo pêdiviyên navxweyî (Weke benzin, gaz, nefta spî) tê bikaranîn.

20 hezar jî ji bo xeta boriya petrolê ya Ceyhanê tê şandin.

Rêjeya derxistina petrolê rojane wê ji 70 hezar derkeve 220 hezar bermîl petrol

Lê hate ragihandin ku wê ji destpêka meha tîrmehê ve asta derxistina petrolê ku herêmên Başûr derdixîne ji 70 hezar bermîle niha, wê meha bê bibe 220 hezar bermîl.

Ev yek wê li heremê pêşveçûneke mezin bi xwe re bîne.

Ji ber şerê bi Îranê re li gelek şîrketan, zeviyan kar hatiye rawestandin û karmend hîn venegeriyane li ser karên xwe.

Ji aliyeke din ji hêla zanistî ve, derxistina petrolê piştî rawestandina demkî, hewceyê demek dirêj e ku bigihîje asta ku berê ji hêla her bîrek petrolê ve dihat derxistin.

Dîsa hate ragihandin ku şîrketên biyanî yên petrolê xebatên xwe yên lêçûn û darayî derbarê mijarê de didomînin û amadekariyan da dikin ku hinardekirina petrolê meha bê bidin destpêkirin.

Di destpêka vê mehê de, şandeyek ji asta bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed, Omîd Sebah, Amanj Rehîm û Ebdulkerîm Xesraw re bicivin

Di heman demê de nûnerên pênc kompaniyên petrolê, bi Elî Zeydî re civiyan.

Di civînê de, ji bo ewlehiya şîrketan û ji nû ve destpêkirina hilberîna petrola xav biryar hate girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye