Serokwekîla Koma MHP’ê Fîlîz Kiliçê, li Meclisê bi nûçegihanên Meclisê re civiya û têkildarî gavên pêwîst a di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bên avêtin, axivî.
Fîlîz Kiliçê, anî ziman ku demeke dirêj e, serokê wan ê giştî ji bo bilezkirina pêvajoyê daxuyaniyan dide, di vê mijarê de, ew bibiryar in û dixwazin tavilê pêk bînin.
Kiliçê, li ser pirsa “Gelo wê verastkirinên zagonî, vê mehê bên Meclisê yan na?” Ev bersiv da:
“Heke bi destê me bûya me yê niha ji zû de bikira. Derxistina qanûnan karekî pir zehmet e, em li bendê ne têkildarî zagonan demek were diyarkirin.
Çendek berê Ocalan got "Êdî jê veger nîn e. Yanî nizanim ma gelo tiştekî ku mirov bikare li ser vê gotinê bike, heye? Em jî dibêjin ‘êdî jê veger nîn e."
Serokwekîla Koma MHP’ê ev tişt anî ziman:
"Ti pirsgirêka me bi komarê re nîn e. Yanî ji vir û şûnde, em jî vê pêvajoyê pêş dixin. Li ser van, em dixwazin hinek pêşniyarqanûnan bînin meclisê.
Derdê me jî ev e. Têkiliyeke domdar heye. Di bingeha xwe de, di van hevdîtinan de jî ti tiştekî neyînî nîn e. Em naxwazin êdî veger jê bibe."
Fîlîz Kiliçê da zanîn ku rojeva wan a sereke pêvajoya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirine.
Kiliçê axaftina xwe wiha domand: “Em tevahî Rewşa herêma me dizanin. Gaveke me ya şaş, dê yekîtiya me ya navxweyî xerab bike.
Dibe ku me ber bi karesatê ve jî bibe. Em li gel wê ne ku gavên biîstîqrar bên avêtin. Bi rastî jî bi şev û roj em li ser vê difikirin û em dixwazin di mijara bilezkirinê de serokê me yê giştî jî gavên pir cidî bavêje. Mijara me ya sereke niha hilbijrtin nîn e.”