Navenda Ragihandinê yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxayaniyekê diyar kir ku duh li bajarê Reqayê Hêzên Asayîşê bi hevkariya Hêzên wan yên Taybet (H.A.T.) operasyoneke ewlehiyê pêk anîye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku operasyon piştî şopandina tevgera kesan, di nav çend hedefên di lîsteya çavdêriya ewlehiyê de ye pêk hat. Di encama vê oparesyonê de kesê ku ji bo edaletê dihat xwastin hate girtin û çek û cebilxaneyên li gel wî hatin desteserkirin.
Her wiha Asayîşê destnîşan kir ku ji bo aramî û ewlehiya Reqayê ew ê operasyonên bi vî awayî berdewam bikin.