Operasyonên Leşkerî yên Îsraîlê li Xezeyê berdewam dikin

Êrîşên hewayî û operasyonên artêşa Îsraîlê li Xezeyê dijwartir dibin û koçberiya ber bi deverên başûrê Xezeyê ve, berdewam dike. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu hişyarî da çekdarên Hemasê ku dîlgirtiyan wekî mertalên mirovî bikar neynin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî, li dijî projeya biryara agirbesta bê şert li Xezeyê, veto bi kar anî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Xezeyê, berdewam dikin û tankên Îsraîlî ji gelek aliyan ve li Xezeyê pêşve diçin.

Niştecihekî bajarê Xezeyê Alam el-Ghoul jî, eşkere kir ku artêşa Îsraîl wesayîtên leşkerî yên kevin bikar tîne û li navenda taxên niştecihbûnê diçînin û ji dûr ve diteqînin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku êrîşên hewayî yên Îsraîlê li bakur û rojavayê Xezeyê xanî û konên koçberan hedef girtine.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan rêyeke transîtê ya demkî bi rêya Kolana Selaheddîn li bajarê Xezeyê vekirine.

Rayedarên tenduristiyê yên li Xezeyê rewşa karesetê li bajêr ragihandin û destnîşan kirin ku koçberiya ber bi başûrê Xezeyê ve, zextê li ser nexweşxaneyan zêde dike.

 

Yisrael Katz: Artêş niha di qonaxa biryardar de ye

 

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî, piştrast kir ku derbarê Xezeyê de, artêş niha di qonaxa biryardar de ye. 

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu hişyarî da çekdarên Hemasê ku girtiyên sivîl wekî mertalên mirovî bikar neynin û diyar kir ku eger Hemas wiha bike, ew ê heta dawî li pey wan bin.

Hamasê jî bersiva Netanyahu da û got: "Îsraîl wê li Xezeyê bi şerekî dijwar ê têkçûnê re, rû bi rû bimîne û wê hejmara kuştî û girtiyên Îsraîlî zêde bibe."

 

Trump û Starmer derbarê agirbesta li Xezeyê de li hev kir

 

Derbarê şerê li Xezeyê de jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump  û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Civîn li ser pêwîstiya rawestandina şer, berdana hemû dîlgirtiyan û rêdana derbasbûna alîkariyên mirovî li hev kirin.

Lê belê, nakokiya bingehîn dema ku li ser pêşeroja dewleta Filistînê nîqaş dihat kirin derket holê, Trump bi awayekî eşkere diyar kir ku ew ji planên Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ên ji bo naskirina dewleta Filistînê di vê demê de ne razî ne.

 

DYA li dijî biryara agirbesta li xezeyê veto bi kar anî

 

Hemwextê van geşedanan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî projeya biryara agirbesta bê şert li Xezeyê, veto bi kar anî.

14 endamên meclisê jî, piştgiriya biryarê kirin.

Nûnerê Amerîka ya NY Morgan Ortagus beriya dengdanê got: " DYA vê biryarê qebûl nake û red dike. 

Dem hatiye ku Hemas tevahî dîlgirtiyan yekser û bê şert serbest berde. 

DYA wê xebatên xwe bi hevkaran re bidomîne da ku ev aloziya hovane, bi dawî bibe."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24