Artêşa Sûriyê hişyariya leşkerî ya herî bilind ragihand

Artêşa Sûriyê li Sûriyê û li ser sînorê Iraqê rewşa hişyariya leşkerî ya herî bilind ragihand. Ferman hatiye dayîn ku her kes di nava çend saetan de li baregehên xwe amade be. Ev tevger piştî wê yekê dest pê kir ku komên çekdar ên Hêşdî Şebî hêzên xwe li ser sînor zêde kirin û gefa êrîşeke bejayî li dijî Sûriyê xwarin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Sûriyê li seranserê Sûriyê û li ser sînorê Îraqê rewşa hişyariya leşkerî ya herî bilind ragihand.

Ev tevgera leşkerî piştî ku Heşid Şebî li aliyê Îraqê hêzên zêde û alavên leşkerî li ser sînor bi cih kirin, dest pê kir.

Li ser xeta sînorî liv û tevgereke mezin a leşkerî û firîna balafirên şer ên nenas tê dîtin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ragihandinê û leşkerî hatine girtin, Artêşa Sûriyê bêyî ku hûrgiliyên sedemên wê yên tam eşkere bike, biryara bilindkirina asta amadebaşiya leşkerî da û yekîneyên xwe birin aliyê sînorê Iraqê.

Wezareta Parastinê ya Sûriyê ferman da ku hemû endam û yekîneyên wê bi lezgînî beşdarî baregeh û yekîneyên xwe yên leşkerî bibin.

Tevgera leşkerî ya Sûriyê rasterast piştî çavdêrîkirina tevgerên Heşid Şebî û komkirina alavên mezin ên leşkerî li ser sînorê Sûriye û Iraqê dest pê kir.

Tevî gihandina hêzên her du aliyan ji bo ser xeta sînorî, balafirên şer ên nenas li ser herêmê dest bi firîn û çavdêriyê kirin.

Çavkaniyên leşkerî ji Têlevîzyona Sûriyê re ragihandin ku Artêşê asta hişyariyê gihandiye lûtkeyê û di nava amadebaşiya herî bilind de ye.

Bilindbûna ji nişkan ve ya asta amadebaşiya leşkerî û komkirina hêzan li ser sînorê Sûriye û Iraqê nîşan dide ku rewşa ewlehiyê ya li herêmên sînorî hîn jî nazik e.

Çavdêrîkirina van liv û tevgeran ji bo pêşîgirtina li her tevlîheviyeke ewlehiyê tê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye