Piştî dorpêça demdirêj ya li ser Tengava Hurmizê gelek rayedarên Amerîkayê radighînin ku wê rêkeftineke di navbera Amerîka û Îranê de çêbibe.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di merasîma îmzekirina peymana hevkariya nukleerê ya sivîl a bi Alîkarê rojeva Îranê nirxand.
Marco Rubio destnîşankir ku ew hewl didin ku li ser 2 mijaran bi Îranê re li hev bikin û yek ji wan mijaran bêçekkirina Îranê ye.
Bi gotina wî mijara din jî ew e ku rê bi derbasbûna keştiyên zêdetir were dayîn da ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Rubio li ser peymaneke muhtemel a Tengava Hurmizê jî hêviyên xwe anîn zimên û got ku ew li bendê ye di demeke nêzîk de ev yek çêbibe.
Çavkaniyek ku ji kenakla Al Arabiya re jî eşkerekir ku rêkeftinek ji bo vekirina tevahî ya Tengava Hurmizê nêzîk e.
Têkiliyên di navbera aliyên peywendîdar de di çend demjimêrên borî de bi girîngî zêde bûne û pêşveçûnek girîng bi dest xistine.
Çavkaniyê zêde kir ku hûrguliyên rêkeftinê muhtemelen di demjimêrên pêş de an jî sibê werin ragihandin.
Bessent: Ji bo vekirina tengavê dibe ku em li hev bikin
Wezîrê Xezîneyê yê DYE'yê Scott Bessent daxuyand di hevdîtinên bi Îranê re yên ji bo vekirina Tengava Hurmizê dibe ku li hev bikin.
Scott Bessent di derbarê Tengavê ev tişt anî ziman:
"Em bi Îraniyan re di axivin.
Ez difikirim ku ji bo vekirina tengavê û veguheztina deryayî asayî bibe îro an jî sibê dibe ku li hev bikin."
Bessent destnîşan kir ku tevî li herêmê rageşî berdewam dikin jî di rojên dawî de gelek keştî ji tengavê derbas bûne.