Îran li şûna şer xwe dispêre astengkirinê

Karbidestên Îranê destnîşan kirin ku Tehran wê di derbarê bernameya xwe ya mûşekan de danûstandinan neke û siyaseta niha ya Îranê li ser xurtkirina astengkirinê û dûrketina ji pevçûneke berfireh e. Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin diyar kir ku Îsraîlê Moskova agahdar kiriye ku ew naxwaze bi Îranê re bikeve pevçûnê. Putîn tekez kir ku pewîste mijara nûkleerî bi rêya diyalogê bê çareserkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îran di serdema piştî şerê Xezeyê de li şûna rûbirûbûna rasterast bi Îsraîlê re, xwe dispêre astengkirinê, xwe dispêre bernameya xwe ya mûşekan û danûstandinên di bin zextan de red dike.

 

Ardestanî: Îranê sînorkirinên li ser dûravêj rakiriye

 

Parlamenter Ehmed Baxşayeş Ardestanî, tekez kir ku Îranê sînorkirinên li ser mûşekên dûravêj rakiriye û îdia kir ku Tehran wê di derbarê bernameya xwe ya mûşekan de danûstandinan neke.

Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb jî, duh got ku hêzên çekdar ên Îranê komployek ji bo hilweşandina rejîmê û parçekirina welêt têk birine û destnîşan kir ku welatê wî di şerê 12 rojan ê dawî de, serkeftinek stratejîk a mezin bi dest xistiye.

Her wiha Wezîrê Derve yê berê yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, bang kir ku gel wekî bingeha hêza neteweyî ye û got ku mûşek pir girîng in, lê gel girîngtir e.

Cewad Zerîf destnîşan kir ku siyaseta niha ya Îranê li ser xurtkirina astengkirinê û dûrketina ji pevçûneke berfireh e.

 

Putin: Îsraîl naxwaze bi Îranê re bikeve pevçûnê

 

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin, diyar kir ku Îsraîlê Moskova agahdar kiriye ku ew naxwaze bi Îranê re bikeve pevçûnê.

Putin tekez kir ku pêwîst e pirsgirêka nukleerî ya Tehranê, bi rêya dîplomasiyê were çareserkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASS, di dema Civîna Bilind a Rûsya-Asyaya Navîn a li Tacîkistanê de, Putin diyar kir ku welatê wî ji serokatiya Îsraîlê sînyalan werdigire ku ji Tehranê re werin şandin.

Ev sînyal jî, pabendbûna Tel Avîvê bi vebijarka çareseriyê û redkirina her şêweyek alozî û pevçûnê, piştrast dikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24