Amerîkayê cezayên nû li ser tora qaçaxçîtiya petrola Îranê sepand

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, duh ragihand ku welatê wan li dijî nêzî 50 kesî, şîrket û keştîyan, ji ber beşdarbûna wan, di binpêkirina cezayên têkildarî firotin û veguhestina petrol û gaza Îranê de, pakêtek nû ya cezayan sepand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Besant got ku armanca vê gavê têkbirina dahata Îranê bi hilweşandina binesaziya makîneya hinardekirina enerjiyê ya Îranê ye.

Hevdem ligel sepandina sizayan, Serokê Amerîkayê Donald Trump duh got ku rêveberiya wî, amade ye ku bi Îranê re bixebite.

Trump rave kir ku Îranê piştgiriya xwe ji bo peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê, nîşan daye û ev pêşketin wekî gaveke erênî ber bi aramiyê ve, bi nav kiriye.

Trump tekez kir ku Îran îro cuda ye û dixwaze ji bo aştiyê bixebite û got: "Em jî vê yekê dixwazin, lê bi şertê ku Îran çekên nukleerî careke din pêş nexe."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24