Nêçîrvan Barzanî têkildarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê X'ê peyamek weşand û got: "Me rewşa giştî ya Iraqê, pêvajoya siyasî û hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, rewşa navxweyî ya Herêma Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê nirxand."
Di encama hevdîtinê de biryara rakirina qedexeya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmanîyê hat dayîn.
Di vê çarçoveyê de, ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Başûrê Kurdistanê wê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê, dest pê bike.
Serdana Nêçîrvan Barzanî rastî salvegera komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê kurd hat. Dîsa dema ev serdan çêbû li herêmê rojeva sereke pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk bû. Lewre ev hevdîtin ji aliyên şîrovekarên siyasî ve bi baldarî hat şopandin.