Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin civiyan (Hat Nûkirin)

Serokê MÎTê Îbrahîm Kalın li Îraqê û Başûrê Kurdistanê hevdîtinên dîplomatîk ên berfireh pêk anîn. Serdan bi hevdîtinên bi rayedarên hikûmeta navendî re li Bexdayê dest pê kir, dû re civînên asta bilind li Herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Dezgeha Îstixbarata Netewî (MÎT) ya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li Îraqê û Başûrê Kurdistanê hevdîtinên dîplomatîk ên berfireh pêk anîn ku li ser ewlehî, îstîxbarat û aramiya herêmî disekinîn.

Îbrahîm Kalin piştî hevdîtinên li Bexda û Kerkukê derbasî Hewlêr û Silêymaniyê bû.

Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Dezgeha Îstixbarata Netewî (MÎT) ya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û şandeya pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên di navbera Başûrê Kurdistanê, Îraq û Tirkiyê de hat kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Di hevdîtinê de her du aliyan pêşketinên dawî û guherînên li herêmê, her wiha astengiyên li ber aramî û ewlehiya herêmê gotûbêj kirin.

Her wiha di wê rûniştinê de, tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û hevahengiya sêalî di navbera Başûrê Kurdistanê, Îraq û Tirkiyê de di warên cuda cuda de hat kirin.

Serokê YNK'ê Bafil Talebanî û serokê MÎT’ê li Silêmaniyê hevdîtin kirin

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî duh êvarî li devera Debaşan a bajarê Silêmaniyê bi Serokê Dezgeha Îstixbarata Netewî (MÎT) Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir.

Têkildarî hevdîtinê, Ofîsa Bafil Talebanî ragihand ku Bafil Talabanî li Debaşanê pêşwaziya Serokê Dezgeha Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin kir.

Di hevdîtinê de geşedan û guhertinên dawî hatin nîqaşkirin û girîngiya parastina aramiya herêmê hate destnîşankirin.

Her wisa di daxuyaniyê de, wiha hate gotin;

“Pêvajoya aştiyê hate nîqaşkirin û Serok Bafil piştgiriya YNK’ê ji bo serkeftina vê gava dîrokî dubare kir û got:

‘Em ê hewlên xwe li ser rêya Mam Celal bidomînin da ku ev gava girîng û biryardar bi ser bikeve.

Bi armanca pêşvebirina jiyana hevbeş û bidestxistina aştiyeke berfireh ku di berjewendiya ewlehî û aştiyê li tevahiya Rojhilata Navîn de be.”

Her wisa di daxuyaniya ofîsê de hate gotin ku di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de kirin.

Ev serdanên li Hewlêr û Silêmaniyê, di demekê de tên ku Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin du roj in li Îraqê ye ku li Bexda û Kerkûkê gelek hevdîtin bi rayedarên Îraqî û Tirkmen re kirine.

Lêbelê, rojeva serdana wî ne diyar e û nayê zanîn ka wî bi van aliyan re çi nîqaş kiriye.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye