Bi 2 dronan êrîşî baregeha PDKÎ hat kirin

Tevî ku şer di navbera Amerîka û Îranê de hatiye rawestandin, lê êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê didomin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Derengiya şeva borî, bi 2 dronan êrîşî baregeheke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ya li navçeya Dêgeleyê hat kirin.

Her wiha dronek jî li devera Balekayetiyê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ket xwarê.

Hat ragihandin ku ti zirarên canî çênebûne.

Lê piştî êrîşê agir bi deverê ket.

Piştre tîmên agirkujê, şewat kontrol kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye