Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şeva sêşem-çarşemê ragihand ku hêzên wan hewldana pêşketinê ya çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz li eniya gundê Zubeyda li gundewarê başûrê Dêr Hafirê têk bir.
Navendê da zanîn ku êrîşkar piştî hewldana wan têk çû, reviyan.
QSD`ê îro diyar kir ku droneke Bayraktar a dewleta Tirkiyê li gundê El Bu'asî li gundewarê Tebqayê êrîşî xaleke wan a leşkerî kiriye. Di encamê de, hinek şervan birîndar bûn.
Her wiha QSD`ê da xuyakirin ku di berdewamiya aloziyên xeternak a li herêmê de, cara duyemîn droneke dewleta Tirkiyê bajarê Meskenê yê kantona Tebayê hedef girt.