Rêveberiya Xweser: Em pabendî parastina saziyên navneteweyî li herêmê ne

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser têkildarî xwepêşandana di 11ˊê Çileyê de a Qamişlo ya li ber avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hatiye, daxuyaniyek da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di 11’ê Çileya 2026’an de, li bajarê Qamişlo xwepêşandanek li ber avahiya Komîseriya Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hat lidarxistin, ku tê de hejmarek ciwanên hêrsbûyî beşdar bûn da ku komkujî û binpêkirinên mafên mirovan ên ku di van demên dawî de li dijî şêniyên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Benî Zeyd û Suryan, hatine kirin, şermezar bikin.

Dîmenên tirsnak û zêdebûna gotinên nefretê li ser platformên medyaya civakî û hin kanalên fermî yên medyayê hin beşdaran han dan ku tevlî reftarên bêberpirsiyar bibin, di nav de nivîsandina daxuyaniyên ku bi rewş û rola vê saziya navneteweyî re ne lihevhatî ne, ku rêxistineke mirovî ya bêalî ye ku xizmetên xwe di sektorên cûda de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda dike.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê mijarê rasterast bi rayedarên ajansên Neteweyên Yekbûyî yên li Qamişlo re dişopîne û li gorî qanûnên navneteweyî û prensîbên Rêveberiya Xweser ji bo kontrolkirina wê xebitiye. Di vê çarçoveyê de, em ji nû ve pabendbûna xwe ya tevahî ji bo parastina saziyên NY û misogerkirina bêalîbûna wan di şerê Sûriyê de ji nû ve piştrast dikin, bi vî rengî berdewama rola wan a mirovî û bêalî di xizmetkirina hemû welatiyan de bê îstîsna garantî dikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye