Lezgin

Şandeyek navnetewî ji bo nîqaşkirina pêvajoya aştî diçe Stenbolê

reset font size increase font size

Şandeyek navnetewî ku ji 50 kesan pêk tê, ji bo nîqaşkirina pêvajoya ku bi banga 27’ê Sibatê dest pê kirî, diçe Stenbolê. Şande wê du rojan hevdîtinan bike û wê daxwaza bi dîtina Rêber Apo bi awayekî fermî jî serlêdan bike.

Ji bo nîqaşkirina pêvajoya ku bi banga Rêber Apo di 27’ê Sibatê de dest pê kirî, şandeyek ji qada navneteweyî diçe Stenbolê. Di şandeya navnetewî a ku biçe Stebolê 50 kesên navdar ji welatên Awusturya, Elmanya, Îtalya, Îspanya, Katalonya, Fransa, Swîsre û Japonyayê hene. Di nava xwe de lêkolîner, akademîsyen, parêzer, rojnemevan, nivîskar, çalakvanên jin, zanyar, endamên şaredariyê û nûnerên rêxistina sivîl dihewîne.

Di 1’ê Tîrmehê de hevdîtin û serdanê şandeyê wê dest pê bikin. Ji bo hevdîtina bi parêzerên Rêber Apo re, destpêkê wê serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê bike. Piştre hevdîtinê bi Hevserokê Giştî yê Partiya DEM’ê Tuncer Bakirhan re bike.

Di 2’ê Tîrmehê de civîna şandeyê wê li Taksîm Hill Otelê ya maseya girovera girtî pêk bê. Tê texmîn kirin ku wê hemû kesên amade pêşniyar û nêrînên xwe yên girêdayî vê pêvajoyê diyar bikin. Di heman demê de tê payîn wê daxuyaniyek têkildarî vê pêvajoyê were ragihandin.

Şande ji bo çûyîna Îmraliyê, wê daxwaza serlêdana bi awayekî fermî pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyê bike.

Ezîma Hesin

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24