Malbatên DAIŞ'ê ji Kampa Holê direvin

Hêzên Sûriya Demokratîk piştî êrîşan, ji Kampa Holê vekişiyan, Rêveberî û ewlehiya Kampê ket destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê. Ji wê demê ve reva ji Kampa Holê hêsan bûye û bi dehan malbatên DAIŞ`ê û bi taybet ên biyanî ji kampê reviyane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kampa herî xeter li ser asta Sûriyê Kampa Holê ye.

 

Di kampê de, ji 42 welatên cûda ku tê de welatên Ewropî jî hene nêzî 37 hezar kes hene.

 

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di dawiya Çileyê de, piştî êrîşên komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ve, rêveberî û ewlehiya kampê radestî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir.

 

Piştî devirkirina Kampa Holê, gelek agahî û dîmen li ser torên civakî belav bûn ku reva DAÎŞ'iyan nîşan dide.

 

Rexmî hemû bangan jî Hikûmeta Veguhêz a Suriyê li hember van dîmenan bêdenge û ti tedbîrên ewlehiyê ji bo pêşî girtinê nestandiye.

 

 

Dîmen piştrat dikin ku ti tedbîr nehatine girtin

 

Di dîmenên nû hatine belavkirin de cardin xuya dike ku malbatên DAÎŞ'ê çawa direvin.

 

Bi dehan malbatên DAIŞ`ê ji kampa Holê ya li gundewarê rojhilatê Hesekê direvin û di dîmenan de jî xuya dike ku ti tedbîrên ewlehiyê tune ne.

 

Dîmen, nîşan didin ku malbat bi eşkereyî ji kampê derdikevin, bêyî ku ti hêzeke parastinê hebe rê li ber derketina wan bigire.

 

Çalakvan û dezgehên medyayê destnîşan didin ku ji devrgirtina kampê ya Hikûmeta Demkî ve reva DAÎŞ'iyan hatiye hêsan kirin û ji ber vê, bûyerên revê çêdibin.

 

Çavkaniyên rêxistinên mirovî û şahidan ji AFP`yê re gotine ku piştî vekişîna QSD`ê û radsestkirina rêveberiya kampê, piraniya malbatên DAIŞ`ê yên ji neteweyên biyanî ji kampê reviyane.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye