Ayşegul Dogan: Pirsgirêka Tirkiyê demokratîbûn e

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî axivî û li ser biryara betalkirina CHP’ê şîrove kir. Ayşegul Dogan diyar kir ku ev gav armanc dikin ku pêvajoya der barê pirsgirêka Kurdî de tarî bikin û got: "Pirsgirêk ne tenê paşeroja partiyeke siyasî ye, pirsgirêk demokrasiya Tirkiyê ye."

reset font size increase font size

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan der barê biryara “Betalkirina Mutleq” de civînek li dar xist.

Ayşegul Dogan diyar kir ku Desteya Rêveberiya Navendî li ser biryara “Batalkirina Mutleq” a li dijî Partiya Gel a Komarê CHP'ê bi awayekî awarte civiyaye û wiha axivî: 

“Me di civînê de li ser xeteriyên vê biryarê nirxandin kirin. Ev biryar li dijî hiqûqê ye û biryareke siyasî ye.

Weke DEM Partî, weke her carê em li rex vîna gel in û li dijî vê biryarê ne.

Ev biryar ne tenê li dijî partiyekê ye, lê li dijî demokrasiyê ye û têkildarî me hemûyan e. Pirsgirêk, pirsgirêka Tirkiyê ya demokrasiyê ye.”

Ayşegul Dogan: Biryarên bi vî rengî baweriya bi pêvajoyê kêm dikin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan destnîşan kir ku ev biryar wê bandorê li hemû qadên demokrasiyê bike û ev peyam da:

“Ev biryar destwerdana li dijî demokrasiya Tirkiyê ye. Aştî û demokrasî ji hev nayên cudakirin, pêdiviya me bi baweriyê heye.

Biryarên bêhiqûqî, baweriya bi pêvajoyê kêm dikin. Divê dadgeh nebin dîzaynkarên muxalefetê û li gorî berjewendiyên siyasî tev negerin.

Divê siyaset demokratîk û azad be.”

Ayşegul Dogan: Em ji bo avakirina demokrasiyê têdikoşin

Ayşegul Dogan diyar kir ku ew weke Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî), dê xwedî li pêvajoyê derkevin û wiha bi dawî kir:

“Xurtbûna muxalefetê di heman demê de xurtbûna demokrasiyê ye.

Ji bo xurtbûna partiya muxalefetê ya xwedî kok, divê di vê pêvajoyê de ne bi awayekî parçekirî, lê bi awayekî hevpar derkeve. Em ji Stenbolê heta Amedê ji bo avakirina demokrasiyê têdikoşin.

Weke DEM Partî, em nirxên demokratîk diparêzin û xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin. Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye