Karwanê 4'mîn, malbatên koçber ên li Kampa Waşokanî yên li parêzgeha Hesekê dimînin, digire nava xwe.
Endama rêveberiya Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Zehra Semio got ku karwanê çarem ji 514 malbatan pêk tê.
Ev karwan, ber bi gundewarên Serê Kaniyê, gundên derdora Tir Temir û Zirganê ve dê bi rê bikeve.
Di 5'ê vê mehê de, karwarê 3'mîn ê Koçberên Serê Kaniyê ku ji 511 malbatan pêk dihat, vegeriya gundên derdora Serê Kaniyê û Til Temirê.