PDK: Em serokkomariya Nizar Amêdî nas nakin

PDK’ê, bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hemberî serokkomariya Nizar Amêdî nîşan da û got: "Em wî nas nakin û bi wî re dan û standinê nakin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku ew Nizar Amêdî weke nûnerê piraniya Kurdan qebûl nakin û ew ê bi Nizar Amêdî re dan û standinan nekin.

Li gorî PDK`ê dibêje pêvajoya hilbijartina serokkomarê Îraqê li derveyî rêziknameya navxweyî ya Parlamentoya Îraqê bû.

PDK`ê dest nîşan kir ku piştî ku wan rûniştina parlamentoyê boykot kir, pêwîst bû ku navê berbijêrê wan ji pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Îraqê bihata derxistin.

Nûnerên PDK`ê ji Bexdayê vedigerin Hewlêrê

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo nirxandina rewşê û şêwirdariyê, her du fraksiyonên PDK`ê yên di nav Hikûmet û Parlamentoya Îraqê de, ji Bexdayê vedigerin Başûrê Kurdistanê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye