Piştî hilweşîna Sedam Hisên, biryar hate dayîn ku wê serokkomarê Îraqê Kurd be û her 4 salan were guhertin.
Şevê din li Parlamentoya Îraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû dengdayîn hebû.
Namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK'ê Nizar Amêdî, wekî Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.
Nizar Amêdî di gera duyem a hilbijartinên li parlamentoyê de piraniya dengan bi dest xist.
Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK'ê beşdarî dengdanê nebû.
Nizar Amêdî kî ye?
Nizar Mihemed Seîd bi navê Nizar Amêdî tê naskirin.
Sala 1968'an li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ji dayik bûye.
Sala 1993'an li Zanîngeha Mûsilê bekeloriyos di endazyariyê de wergirtiye.
Beriya sala 2000'î di Ofîsa Sekreteriya Celal Telebanî de kar kiriye.
Di 2022-2024 Wezîrê Jîngehê yê Îraqê bû.
Di dema serokkomariya Celal Telebanî û Fûad Mesûm de berpirsê Ofîsa Serokkomariyê bû.
Di heman demê de, berpirsê Ofîsa Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK'ê li Bexdayê bû.
Nîzar Amêdî serokkomarê 6'an piştî hilweşîna Sedam Hisên e
Piştî hilweşîna Sedam Hisên, Nizar Amêdî bû serokkomarê 6'an ê Îraqê.
Yekem serokkomarê ku hatibû hilbijartin Celal Talebanî bû.
Lê beriya ku Talebanî bê hilbijartin, Xazî Ecîl Yawer di 28`ê hezîrana 2004`an de wek serokkomar hatibû tayînkirin, ew jî ji 9 mehan kêmtir, di serokkomariyê de mabû û di 7 nîsana 2005`an de karê wî bi dawî hatibû.
Celal Talebanî ji 2005 û heta 2014`an serokkomarê Îraqê bû
Celal Talebanî ji sala 2005'an û heta 2014'an serokkomarê Îraqê bû.
Ew yekem serokkomarê Kurd ê Îraqê bû.
Mam Celal li zanîngehên Bexdayê beşa Hiqûqê xwendiye. Di sala 1975'an de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK'ê ava kiriye.
Celal Talebanî di 3'ê Cotmeha sala 2017'an de, di 84 saliya xwe de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
Fûad Mesûm piştî Celal Talebanî bû serokkomar
Piştî wî, Fûad Mesûm wekî serokkomarê Îraqê hate hilbijartin.
Serokkomariya Fûad Mesûm ji sala 2014'an û heta sala 2018'an dirêj kir.
Mesûm yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK'ê ye.
Mesûm li Zanîngeha Ezher a li Misirê bawernameya doktoraya felsefeya Îslamî wergirtiye.
Piştî Fûad Mesûm jî berhem salih dest bi serokkomariyê kir
Piştî Fûad Mesûm, Berhem Salih ji bo serokkomariya Îraqê hate hilbijartin.
Berhem Salih serokkomarê Îraqê ji sala 2018'an û heta sala 2022'an dom kir.
Ew niha wek Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan kar dike.
Berê jî wek Cîgirê Serokwezîr di Hikûmeta Federal a Îraqê de û Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê kar kiriye.
Di sala 2022'an de, Berhem Salih serokatiya Îraqê da Ebidletîf Reşîd.
Ji 2022 û heta 11`ê nîsana 2026`an Letîf Reşîd serokkomar bû
Ebidletîf Reşîd ji sala 2022'ê û heta 11'ê Nîsana 2026'an serokkomarê Îraqê bû.
Ji sala 2003'an û heta 2010'an wek Wezîrê Çavkaniyên Avê kar kiriye.
Reşîd bawernameya lîsansê ji Zanîngeha Liverpoolê û master û doktora ji Zanîngeha Manchesterê wergirtiye.
Ew endamekî çalak ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK'ê ye.