Ahmed Şera 70 endamên Meclîsa Gel erkdar kirin

Jimara endamên Meclîsa Gel a Sûriyê, temam dibe. Ev yek, piştî eşkerekirina navên 70 endamên, ku ji aliyê Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê Ahmed Şera ve hatine erkdarkirin, pêk hat. Di nav kesên ku hatine erkdarkirin de, Sekreterê PDKS Ebdil Hekîm Beşar jî heye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê Ahmed Şera, sê-yeka mayî ya endamên Meclîsa Gel a Sûriyê, erkdar kir.

Ahmed Şara 70 endamên Meclîsa Gel bi nav kirin, di nav wan de Sekreterê PDKS Ebdul Hekîm Beşar jî hebû.

Bi vê yekê hejmara endamên Meclîsê ya ji 210 kesan pêk tê, temam bû.

Serokê Komîteya Bilind a hilbijartinên Meclîsa Gel, Mihemed Taha, di civîneke çapemeniyê de, navên 70 endamên Meclîsê yên ji aliyê Ahmed Şara ve hatine erkdarkirin, eşkere kirin.

Bi ragihandina vê lîsteyê, jimara endamên Parlamentoyê temam dibe û tenê nûnerên parêzgeha Siweydayê ku heta niha nûnerên xwe nehilbijartine, dimînin.

Hejmara jinan di Parlametoyê de 22 jin in, bi rêjeya 10.48 ji sedî ye, ku 7 ji wan bi hilbijartinan û 15 jî ji aliyê Ahmed Şara ve hatin erkdarkirin.

Tê payîn yekemîn civîna Parlamentoyê roja Duşemê 6`ê Tîrmehê were lidarxisitn.

Hilbijartinên Meclîsa Gel li Rojavayê Kurdistanê roja 24`ê Gulana 2026`an pêk hatin.

Kolana siyasî ya Kurdî di van hilbijartinan de dabeş bû.

24 partî û aliyên siysî yên kurdî xwe ji van hilbijartinan kişand û nerazîbûna xwe li dijî mekanîzmeya avakirina Meclîsa gel nîşan da.

Di serê vê lîsteyê de, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD hebû.

Partiyên ku hilbijartin boykot kirin, sînordarkirina pişka kurdan bi 4-5 kursiyan di Parlamentoyê de rexne kir û ew weke paşguhkirina siyasî ku ne li gorî hejmara kurdan e, bi nav kir.

Partî û hêzên siyasî yên kurdî, daxwaza zêdeyî 40 kursiyên Parlamentoyê kir, ew jî li gorî jimara kurdan a nêzî 20% ji niştecihên Sûriyê.

Partiyan hilbijartin weke pêvajoyeke erkdarkirinê ya dûrî hevkariya niştîmanî ya rasteqîn û vîna azad binav kir.

Di heman demê de, hin partiyên nêzîkî ENKS û hin hêzên serbixwe, biryar da ku tevlî pêvajoya hilbijartinan bibin, da hebûna dengê Kurdî di Partamentoyê de, misoger bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye