Tirkiyê 1192 gund li Başûrê Kurdistanê vala kirin

Li gorî Kameran Osman, Nûnerê Îraqê yê Tîmên Avakirina Aştiyê (CPT), Tirkiyê di 40 salên dawî de 1192 gund li Başûrê Kurdistanê vala kirine û nêzîkî 600 ji wan hîn jî qedexe ne, lê yên din tenê bi destûra sînorkirî, vedigerin gundên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî raporek Ajansa Mezopotamya (MA), di 40 salên borî de 1,192 gund li Başûrê Kurdistanê ji ber operasyonên leşkerî yên Tirkiyê hatine valakirin.

132 baregehên leşkerî yên Tirkiye li herêmê hene û her çend vegera sînorkirî ji bo hin gundan destûr tê dayîn jî, nêzîkî 600 gund hîn jî qedexe ne.

Nûnerê CPT yê Îraqê Kamaran Osman li ser vê mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

 

"Li xalên Kontrolê yên Tirkiyê kontrolên paşxaneyê têne kirin"

 

Osman diyar kir ku Tirkiyê di demên dawî de bi 6 mercan destûr daye vegera 9 ji 21 gundên ku li Zaxo qedexe kiribûn, û wiha got:

2 gund ji wan ên Xiristiyanan in, yên mayî jî yên Misilmanan in. Ew tenê dikarin di navbera saet 06:00`ê sibê û 07:00`ê êvarê de bikevin hundir.

Tu gundî nikare çek an amûrên birînê an tifingên nêçîrê, hilgire.  Gundî tenê dikarin xwarinê bibin.  Hemû nasname têne berhevkirin û li xalên kontrolê yên Tirkiyê kontrolên paşxaneyê têne kirin.

Gundiyên ku di demên berê de bi PKK`ê re têkilî danîne têne girtin."

Osman bal kişand ser bêdengiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û rayedarên hikûmeta Îraqê li ser vê mijarê û wiha domand:

"Berê, rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji xelkê re digotin ku ew dikarin biçin gundên xwe, lê yên ku çûn bi xalên kontrolê yên Tirkiyê re rû bi rû man û nekarîn bikevin gundên xwe.

Piştî nîqaşên hikûmeta Kurdistanê bi Tirkiyê re, destûr hat dayîn ku bi sînor bikevin hin gundan."

 

"Li 1192 gundên Başûrê Kurdistanê vegera gundiyan hatiye astengkirin"

 

Osman got ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Abdullah Ocalan ve di derbarê pirsgirêka Kurd de hatiye destpêkirin, hêvî daye deh hezaran kesên ku li benda vegera gundên xwe ne û wiha pêde çû:

"Li 1192 gundên Başûrê Kurdistanê vegera gundiyan hatiye astengkirin.

Li nêzîkî 600 gundan jî destûr nehatiye dayîn ku vegerin. 132 baregehên leşkerî yên Tirkiyê Li Başûrê Kurdistanê hene. Ev yek di nav gel de bûye sedema fikaran.

Ev axa me ye. Gelê me dixwaze li ser axa xwe bijî. Ev ne axa Tirkiyê ye."

 

"Divê Tirkiye tavilê operasyonên xwe yên li herêma Kurdistanê rawestîne"

 

Nûnerê CPT yê Îraqê Kamaran Osman herî dawî ev bang kir:

"Ji bo ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve divê Tirkiye tavilê operasyonên xwe yên li herêma Kurdistanê rawestîne.

Divê her kesê li Başûrê Kurdistanê ku neçar ma gundê xwe terk bike, bikaribe vegere."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye