Vê sibê hate ragihandin di êrîşên Îsraîlê yên li Şerîda Xezeyê de 3 ji wan dema alîkarî digirtin 11 kes hatin kuştin.
Ji aliyekî din ve Îsraîlê biryar da ku Xezeyê bi giştî kontrol bike
Îsraîlê biryar da ku Xezeyê kontrol bike
Li gorî nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Meclisa Ewlehî ya Îsraîlê plana ji bo kontirol kirina Xezeyê pejirandin.
Nivîsgeha Netanyahu eşkere kir ku artêşa Îsraîlê dê amadekariyan bike da ku bajarê Xezeyê kontrol bike û dorpêçê li ser Hemasê ferz bike.
Hemasê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku daxuyaniyên Netanyahu yên di derbarê kontrolkirina Xezeyê derbeyek li dijî agirbestê ye.