Li Minbicê ji ber dagirkeriyê jiyana rojana her ku diçe xirabtir dibe. Xizmetguzarî bi temamî sekiniye.
Çalakiyên aborî, pîşeyî û çandiniyê bi rêjeyeke bilind bi paş ketine. Sûcên kuştin, revandin û binpêkirinê êdî bûye rewşek asayî.
Ji ber nedayîna mûçeyên mamosteyan hem perwerde darbek giran xwariye hem jî mamoste rojane nerazîbûnên xwe tînin ziman.
Li gor hemwelatiyan ji ber têkçûyîna rewşa ewlehîyê koçberî li bajarê Minbicê zêde bûye.
Welatiyê bi navê E.S. di derbarê vê rewşa jiyanî de wiha diaxive:
"Bê aramî, nebûna çavdêriyê û rewşa jiyanî zehmet dike. Rojana em bi pirsgirekan re rûbirû dimînin. Bingeha pirsgirekan jî dagirkeriya heyî ye. "